Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

NY'yê ji bo Kendavê banga 'diyalog'ê kir

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang li Îranê û DYE'yê kir ku bi diyalogê rageşiyê çareser bikin.

Piştî civîna KENY'yê ya ku bi banga DYE'yê pêk hat, di daxuyaniyê de êrîşa li ser du tankêrên petrolê ya 13'ê Hezîranê ya li Kendava Hurmiz, hate şermezarkirin.

Cih nehate dayin bê ka ji êrîşê kî berpirs e, diyar bû ku peyveke ku DYE'yê pê Îran kiribû hedef ji hêla Rûsyayê ve hate asteng kirin. Ew agahî hate dayin ku DYE'yê di deklarasyonê de derbarê êrîşê xwestiye ku gotina, ''berpirsyariya aktorekî dewletî'' lê zêde bike.

Di deklarasyonê de ya ku li KENY'yê hatî qebûlkirin, hate gotin, rageşiya ku piştî êrîşa li ser tankêrên petrolê zêde bûyî bi diyalogê were çareserkirin. Hate gotin deklarasyon, DYE jî di nav de ji bilî endamên domdar Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanyaya Mezin, ji hêla 10 endamên demdemî jî bi yek dengî hatiye qebûlkirin.