NY’yê ji Îranê xwest ku qanûna nû ya li dijî jinan betal bike
Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku qanûna cil û bergan a nû ya li Îranê ku zext pê yekcar tên zêdekirin, betal bibe.
Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku qanûna cil û bergan a nû ya li Îranê ku zext pê yekcar tên zêdekirin, betal bibe.
Berdevka Serkomîseriya Mafên Mirovan a NY’yê Ravîna Shamdasanî, bertek nîşanê pêşnûmaya nû da ku pê zêdekirina cezayê hepsê û birîna cezayê pereyî li jin zarokên qîzîn ku wê bi rê û rêzikên mejbûrî yên cil û bergan nekin, tê pêşbînîkirin.
Serkomîserê Mafên Mirovan ê NY’yê Volker Turk, destnîşan kir ku berdevk Shamdasanî ya ku di civîna çapemeniyê ya asayî de li Cenevreyê gotiye ku ev pêşnûma li dijî hiqûqa navneteweyî ye û xwestiye ku betal bibe.
Shamdasanî diyar kir ku berê yên bi rê û rêzikên îslamî yên cil û bergan herî pir bi du mehan hatine cezakirin lê bi pêşnûmayê ku bibe qanûn dibe ku ceza bibe deh sal jî.
Berdevkê her wiha da xuyakirin ku cezayê pere berê 11 dolar bûye lê ji niha û pê ve dibe ku bibe 8 hezar û 500 dolar.
Parlamentoya Îranê roja Çarşemiyê pêşnûma erê kir lê ji bo bikeve meriyetê divê ji aliyê Konseya Parêzkarên Makezagonê ve bê erêkirin.
Shamdasanî anî ziman ku tevî hêrsa ji ber kuştina Jîna Emîniyê tudi warê mafê jinan de tu bipêşveçûn çê nebûye û ev qanûn ji ya din pir xerabtir e.