NY radipirse: Tirkiyê ambargoya ser Lîbyayê binpê kir!
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li gel ambargoyê jî çek diçine Libyayê û li ser vê fikarên xwe vegot. Rapirsekî NY'yê got Tirkiye û Qetar ambargoyê binpê dikin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li gel ambargoyê jî çek diçine Libyayê û li ser vê fikarên xwe vegot. Rapirsekî NY'yê got Tirkiye û Qetar ambargoyê binpê dikin.
Sekreteriya Giştî ya NY'yê li ser çekdarbûna li Libyayê hişyarî da. NY'yê got ji 2011'an û vir ve li gel ambargoya çekan jî çek diçine Libyayê û fikarên xwe got.
Piştî 2011'an rejîma Muammer Qedafî bi şerekî navxwe hate hilweşandin, li gel ambargoyê jî aliyên li Libyayê çekdar dibin û li ser vê mijarê rapirsînek tê kirin.
Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres got, ''Di rewşa berdest de, ji operasyonên leşkerî, ku rêya deryayê jî di nêv de bi transfera çekan geş dibe, fikaran dikim.''
PARLAMENTOYA LIBYAYÊ JI NY'YÊ XWEST KU ZEXT LI SER TIRKIYÊ WERE KIRIN
Kanûna 2018'an malpera Algerîe Focûsê ragihandibû li Xûmsê konteynirek hatiye zevtkirin ku tê de çek û cebilcaneya bi mohra Tirk hebûne.
Li gorî rojnameya Libya El Mutawasit endamên Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoya Libyayê, ji NY'yê xwestin ku biryar were standin da ku zext li ser Tirkiyê were kirin. Rojnmaeyê got, Tirkiye, ''ji komên terorîst ên çalak re, ên Libyayê re'' çekan dişîne.
Li gorî raporeke van demên nêz a Komîteya Pisporên NY'yê ku peywira wê ew e ku ambargoyên çekan kontrol bike, rapirsîn li ser aliyê sêyan ê şer tê kirin. Tê gotin ev alî jî dibe ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bin.
Malpera Francelnfotvê xwe spartiya ser jêderkên ku ji dosyayê agahdar in û ragihand rapirsê NY'yê xwe gihande vê encamê: biryara ambargoya çekan a NY'yê ya li ser Libyayê 2012 û 2013'an di ser Tûnisê re ji hêla Tirkiyê û Qetarê ve hatiye binpêkirin.
TIRKIYÊ AMÛRÊN HEWAYÎ YÊN BÊMIROV ŞANDIN
Li gorî mapera înternetê ya bi navê Mondafrîqueyê, berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê ya bi pêşengiya general Halîfa Haftar, rejîma Tirk amûrên hewayî dişîne ji milîsên Terablûsê re. Li gorî berdevk amûrên ku ji milîsan re têne şandin dikarin bombeyan jî hilgirin. Li gorî malpera navborî rejîma Tirk bi vî rengî bersivê dide desteka Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ên li Artêşa Netewî ya Libyayê.