NY: Nifûsa cîhanê 8 milyar derbas kir

Li gorî texmînên fermî yên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji 15'ê Mijdarê ve nifûsa cîhanê ji 8 milyar kesan derbas bûye.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku nifûsa cîhanê ku di sala 1950'î de 2,5 mîlyar bû, bi mezinbûnek bê mînak re rû bi rû ye.

NY’ê bi bîr xist ku bi saya pêşkeftinên di warê tenduristiya giştî, xwarin, paqijiya kesane û qada tibê de, temenê jiyanê gav bi gav dirêj dibe. NY’ê her wiha destnîşan kir ku zêdebûna nifûsê li welatên herî xizan pirsgirêkeke cidî ye.

Li cîhanê di salên 1800 'î de ji milyarekê kêmtir mirov dijiyan. NY'ê da xuyakirin ku nifûsa cîhanê heta 15 'ê Mijdarê 8 mîlyar derbas kiriye û destnîşan kir ku ew texmîn dikin nifûs piştî 15 salan wê di sala 2037'an de bigihêje 9 mîlyarî.

Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku nifûsa cîhanê dê di salên 2080’an de bigihîje 10,4 mîlyar kesan û dê di dawiya sedsalê de bikeve paşketinê.

Neteweyên Yekbûyî pêşveçûna heyî wekî "qonaxeke girîng a pêşketina mirovan" dibîne û diyar kir ku ji bo xwedîderketina li gerstêrka me divê her kes berpirsyariyên xwe bi cih bîne.