NY: Myanmarê komkujî teşwîq kir

Neteweyên Yekbûyî (NY), rapor kir ku artêşa Myanmarê li hemberî Rohingyayan komkujî pêk anîne, tecawûzên komî kirine û hikûmetê jî ev teşwîq kiriye.

Komîsyona lêpirsînê ya NY’yê, di rapora xwe ya dawî ku roja Duşemê weşandî de, di derbarê serfermandarên artêşa Myanmarê û 5 generalên wê de lêpirsîn xwest.

Di raporê de hate gotin ku hikûmeta Aung San Suu Kyi yê xwediyê xelatiya Nobelê, destûr daye gotinên nefretê, belge winda kirine û li hemberî hovîtî û kujeriya leşkeran a li dijî mirovahiyê ku li eyaleta Kachin û Shanê pêk anî, kêmar neparastine.

Komîsyona NY’yê ji bo rola hikumetê tespîta; “Alîkarî da ku ev hovîtî pêk bên.”

Artêşa Myanmarê salek beriya niha jî, ji bo bersivdana çalakiyên Artêşa Rizgariya Rohingya Arakan li eyaleta berî navê wê Arakan bû operasyon dabû destpêkirin. Piraniya wan Bûdîst nêzî 700 Rohingya ji ber vê operasyonê bibûn penaber.