NY: Li Yemenê 1500 zarok weke şervan tên bikaranîn
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku di nava şerê navxweyî yê Yemenê de ev 2 sal sin zarok weke şervan tên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku di nava şerê navxweyî yê Yemenê de ev 2 sal sin zarok weke şervan tên bikaranîn.
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Ravîna Shamdasanî ragihand, di navbera 26'ê Adara 2015 û 31'ê Çileya 2017'an de, 1476 zarok li Yemenê weke şervan hatine bikaranîn.
Shamdasanî diyar kir, ev hejmar tenê ya hatiye tespîtkirin e û anî ziman, gelek malbat ji ber zext û zordariyê di vî warî de agahiyan andin.
Shamdasanî ragihand, piraniya van zarokan ji aliyê mîlîsên Hûsî û komên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh ve weke çekdar tên bikaranîn. Shamdasanî da zanîn, hêzên din ên li nava şerê navxweyî jî zarokan weke şervan bi kar tînin.
Li gorî raporekeke ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) ve hat weşandin, ji malbatên ku zarokên wan di şer de tên bikaranîn, mehane 80 heta 120 dolar pere tê dayîn.
Şerê navxweyî yê li Yemenê di destpêka sala 2015'an de dest pê kir û ji Adara 2015'an û vir ve bi tevlîbûna Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê dewam dike. Di vî şerê navxweyî de heta niha bi qasî 8 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber şer, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe bûn û bi qasî nîvê nifûsa ji 26 mîlyonî hewcadarê alîkariya xwarinê bûye.