NY: Li dijî birçîbûna li 4 welatan, 5,6 mîlyar dolar divê

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, 20 mîlyon mirovên li 4 welatên Afrîka û Rojhilata Navîn birçî ne û diyar kir, bi rengekî lezgîn pêwîstî bi fonek ji 5,6 mîlyar dolarî heye.

Beriya Konferansa Welatên Alîkariya Navneteweyî Dikin a NY, ku wê sibe li paytexta Norwêc Osloyê pêk were, wê fonên pêwîst ên ji bo bi dehan mîlyon mirovên li Sûdan a Başûr Somalî, Nîjerya û Yemenê werin nirxandin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, ji bo birçîbûna li van welatan gotina 'trajedî' bi kar anî û destnîşan kir, ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê pêwîstî bi fonek ji 5,6 mîlyar dolarî heye. Gûterres da xuyakirin, ku 4,4 mîlyar dolar ê ji vî fonî, lazim e heta meha Adarê bê peydakirin û hişyarî da, ku di rewşeke berevajî de dibe ku 'felaket' bê ber derî.

Gûterres anî ziman, tevî ku rewş lezgîn e jî heta niha tenê fona ji 90 mîlyon dolarî hatiye peydakirin.

TENÊ LI SÊ WELATAN 19 MÎLYON MIROV BIRÇÎ NE

Li gorî daneyên NY, li herêmên bakurrojhilatê Nîjeryayê û derdora Gola Çadê, ku li vê derê têkoşîn li dijî çeteyên Boko Haram tê meşandin, li ser 7 mîlyon însanî xeteriya birçîbûnê heye.

Koordînatorê Alîkariya Însanî ya Herêma Sahel a Neteweyên Yekbûyî Toby Lanzer diyar kir, li herêmên şer li dijî Boko Haram tê kirin, xeteriya birçîbûnê zêde bûye.

Lanzer anî ziman, li bakurrojhilatê Nîjeryayê û derdora Gola Çadê, 7 mîlyon mirov rojê tenê danekî xwarinê dixwin û got, divê bi lezgînî alîkarî ji vê herêmê re bê kirin.

Ji ber êrîşên çeteyên Boko Haram ku bîat ji DAIŞ'ê re kiriye û şerê li dijî vê koma çete tê meşandin, ji sala 2009'an û vir ve zêdeyî 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vî şerê bi giranî li bakurrojhilatê Nîjeryayê diqewime, zêdeyî 2 mîlyon mirov jî ji cih û warên xwe bûne.

Li Yemenê jî, ku di navbera milîsên Hûsî yên Şîa û yekîneyên alîgirê Serokdewlet Mansûr Hadî de şer diqewime, pêwîstiya 7,3 mîlyon mirov bi rengekî lezgîn bi alîkariya xwarinê heye.

Welatekî din ku xeteriya birçîbûnê lê dewam dike, Sûdan a Başûr e ku di sala 2011'an de serbixwe bû, lê ji sala 2013'an û vir ve şerê navxweyî lê diqewime. Hejmara mirovên li vî welatî pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn a xwarinê heye, 5 mîlyon e.