NY: Ji bo aştiya mayinde divê endamên FARC'ê bên parastin

Piştî ku doh hate ragihandin ku li dijî lîderê berê yê gerîla Rodrîgo Londono hewldana sûîqestê hatiye kirin, Neteweyên Yekbûyî bang li rêveberiya Kolombiyayê kir ku gerîlayên FARC'ê hîn baştir biparêze.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Kolombiyayê Carlos Rûîz xwest, tedbîrên ji bo parastina gerîlayên berê yên endamên Yekîneyên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) bên zêdekirin.

Rûîz li civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) axivî û bi bîr xist ku heta niha bi sedan gerîlayên berê yên FARC'ê hatine kuştin.

Rûîz bal kişand ser girîngiya parastina peymana aştiyê ku di sala 2016'an de bi lîderên wê demê yên gerîlayên FARC'ê re hate îmzekirin û got, "Eger lîderên civakî yên wêrek bên bêdengkirin û şervanên ku çekên xwe terikandine bên qetilkirin, wê aştî bi rengekî mayinde pêk neyê."

Wezîra Karên Derve Claûdîa Blûm bi navê hikumeta Kolombiyayê axivî û îdîa kir ku Serokdewlet Îvan Dûqûe yê ku bi dijberiya xwe ya li peymana aştiyê tê naskirin "bi rengekî cidî ji bo aştiyê angaje bûye." Blûm anî ziman ku pêşîgirtina li sûîqesta li dijî Londono nîşaneya vê yekê ye.

HATIBÛ ÎDÎAKIRIN KU HEWLDANA SÛÎQESTÊ LI DIJÎ LONDONO HATIYE KIRIN

Serokkomarê Kolombiyayê Îvan Dûqûe li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku polîs û dozgeriyê li bajarê Valle del Caûcayê di 'operasyona hevpar' de pêşî li hewldaneke sûîqestê ya li dijî lîderê FARC'ê girtin.

Şefê polîsan Oscar Atehortûa ji rojnamevanan re ku piştî îxbarê wan ewlekariya Londono yê 60 salî zêde kirine ku bi navê Tîmoşenko tê naskirin. Bi zêdekirina tedbîran re roja Şemiyê wan benda kontrolê li ser rê danîn û du kesên bi motorsîkletê tespît kirin. Hate îdîakirin ku piştî polîsan gumanbarên bi çekê tespît kirin şer derket û her du kes hatin kuştin. Polîsan diyar kirin ku gumanbar li devereke bi kîlometreyekê dûrî mala lîderê FARC'ê tespît kirin. Hate gotin, yek ji gumanbaran gerîlayek bû ku 17 salan li nava refên FARC'ê şer kiribû.

Şefê polîsan ragihand, kesên hewl dan êrişê bikin endamên koma mûxalîf in ku ji FARC'ê qut bûn û ji aliyê hernan Darîo Saldarrîaga ve tê birêvebirin. Tê gotin ku Saldarrîaga yê bi nasnav El Paîsa yek ji şefên tevgera çekdarî ya nû ye ku di Tebaxa 2019'an de ava bû. Serkêşê koma nû jî muzakerevanê aştiyê yê berê Îvan Marqûez e.

Gerîlayên ku mohra xwe danîn binê peymana aştiyê gelek caran ji rayedaran xwestibûn ku ji bo şervanên wan hîn bêhtir tedbîrên ewlekariyê bên wergirtin. Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an bi dehan gerîla hatin qetilkirin. Rayedar îdîa dikin ku gerîla ji aliyê komên bazirganên narkotîkê, mûxalîfên FARC'ê yan jî Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ve hatin kuştin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di sala 2019'an de 77 şervanên berê yên FARC'ê hatin qetilkirn.

Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an FARC'ê xwe fesih kiribû û veguherîbû partiyeke siyasî. Piraniya 13 hezar endamên wê jî çekên xwe radest kiribûn.

Bi hinceta ku dewletê sozên xwe bi cih neaniye yan jî redkirina peymana aştiyê 2 hezar û 300 şervanan rahiştine çekê û xwe bi komên cuda bi rêxistin kirine.