NY: Gefa hejarbûnê li ser bi milyonan Efrîkayiyan heye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19’ê li ser bi milyonan Efrîkayiyan gefa hejarbûnê heye. Gûterres bal kişand ser vî tiştî ku pêdivî bi 200 milyar dolaran heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres derbarê Efrîkayê daxuyaniyek weşand.

Gûterres got ku “Pandemî li ser geşedanên li Efrîkayê gefeke mezin e. Newekheviyên heyî wê zêdetir bibe, wê nexweşî zêde bibin.”

Gûterres diyar kir ku Efrîka li dijî pandemiyê bi lez tevgeriyaye û nexweşên niha ‘ji asta ku ew li bendê bûn, hindiktir e’.

Gûterres got ku “Li Efrîkayê 2500 kes ji ber vîrusê mirine. Şewb li Efrîkayê di asta pêşîn de ye lê dibe ku astengî zêdetir bibin. Ji niha û şûnde jî divê di asta global de hevgirtina ji bo Efrîkayê bidome. Divê pergala tendirustiyê were xurtkirin, zincîrên peydakirina xurekan were domandin û ji bo krîza malî were derbaskirin divê hevgirtineke navneteweyî were kirin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres diyar ku divê civaka navneteweyî bi qasî 200 milyar dolaran alîkariyê bide Efrîkayê û deynên welatên Efrîkayê jî ji nû ve werin hesibandin.