NY: Bila keştiyên alîkariya însanî êdî neyên cezakirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kir, ku keştiyên li Derya Spî hewl didin koçberan rizgar bikin êdî neyên cezakirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê Antonio Grandi û Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Vitorino daxuyaniyeke hevpar weşandin û helwesta Îtalyayê û hin welatên Ewropî yên li hemberî keştiyên alîkariya însanî rexne kirin.

Di daxuyaniya hevpar de her du rayedarên NY'ê li dijî astengkirin û cezakirina keştiyên alîkariya însanî derketin ku ji bo rizgarkirina koçberên ji Lîbyayê bi botan berê xwe didin Îtalyayê dikevin nava hewldanan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku keştiyên alîkariya însanî di rizgarkirina mirovan de 'roleke mezin' pêk tîne û hate gotin, "Keştiyên rizgarkirinê ji ber ku mirov ji deryayê rizgar kirine divê neyên cezakirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate xwestin ku 5 hezar û 600 penaberên li bajarên cuda yên Lîbyayê hatine girtin bên berdan.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî der dora 50 hezar penaberan li Lîbyayê serlêdana penaberiyê kirine, ya jî serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Tê texmînkirin ku hejmara koçberên li Lîbyayê li benda çûyîna welatên Ewropayê ne nêzî 800 hezar kesî ne.