NY: Bi sedan dijberên Madûro hatin înfaz kirin
Komîseriya Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî (UNHCHR) raporek weşand û diyar kir ku li Venezûelayê di çalakiyên li dijî desthilatdariyê de bi sedan kes hatine înfaz kirin.
Komîseriya Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî (UNHCHR) raporek weşand û diyar kir ku li Venezûelayê di çalakiyên li dijî desthilatdariyê de bi sedan kes hatine înfaz kirin.
Buroya Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan (OHCHR) ya girêdayî UNHCHR’ê raporek weşand û ragihand ku li Venezûelayê di çalakiyên li dijî Serokkomar Nîcolas Madûro de bi sedan kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine înfaz kirin.
Li gorî raporê, di ‘neçîra mirovan’ a li semtên herî hejar yên dijberî Madûro de herî kêm 505 kes hatin qetilkirin. Di raporê de tê gotin înfazên bê daraz ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kirin û hate îdîakirin ku ji aliyê dozger ve 300 lêpirsin li dijî erkdarên ewlehiyê hatiye vekirin û sera van lêpirsînan hatiye girtin.
Di raporê de qala paşmayina di aliyê mafê civakî û xizmetguzariyên tendurisiyê de tê kirin û hate gotin ku dewlet di têkoşîna li dijî hejartiyê de binketiye.
Di sala 2013’an de piştî mirina Hûgo Chavez, Madûro ji bo erka serokkomariyê hate hilbijartin û piştî ketina bahayê petrolê bi sûcê nikare krîza aborî birêve bibe hatibû sûcdarkirin. Welatên rojavayî piştgirî da muxelfeta çepgir û bûyerên bixwîn pêkhatibûn.
Îsal jî beşdarbûna hilbijartinan kêm bû û Madûro dîsan peywir girt û biryar da ku di serê mehê de bi dehan muxalifên di girtîgehan de berde.