NY beriya biryara Trûmp a li ser avhewayê hişyarî da

NY ragihand, peyaman li ser avhewayê 'zarûrî' ye û şîrketên di enerjiya fosîlê de israr bikin, wê siberoja wan tarî be.

Çav li rê ye, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp, biryara xwe ya li ser peymana têkildarî avhewayê, vê hefteyê eşkere bike.

Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, ku di Konferansa Avhewayê COP21 a sala 2015'an li Parîsê hate qebûlkirin, di sala 2016'an de ji aliyê Serokê DYA yê wê demê Barack Obama ve hatibû îmzekirin û pejirandin. Li gorî vê peymanê, ku 147 welatan mohra xwe danîn binî, germahiya global wê heta dawiya sedsala 21'ê li gorî sala 1880'î, di asta 2 pileyan de bê hiştin. Ji bo vê jî kêmkirina belavkirina gaza zerarê dide atmosferê, tê xwestin.

Lê belê, Serokê nû yê DYA Donald Trûmp, ku di mijara guhertina avhewayê û germahiya global de cihê xwe di nava aliyê 'bi guman' de digire, soza derketina ji vê peymanê dabû.

Ji çapemeniyê hatibû fêhmkirin, ku di civîna bilind a G7'an de, ku di dawiya hefteyê de li Îtalyayê hate lidarxistin, Trûmp nehatiye 'îqna'kirin. Tê payîn Trûmp di nava vê hefteyê de biryara xwe bide.

PEYMANEKE ZARÛRÎ YE

Tê gotin, kêm maye Donald Trûmp biryara xwe bide û ev biryar wê neyînî be. Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di asta herî bilind de hişyarî tên. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres destnîşan kir, ku ji bo pêşî girtina li germahiya global, Peymana Avhewayê teqez 'zarûrî' ye.

Gûterres diyar kir, eger peyman bi cih neyê anîn û pêşî li guherîna avhewayê bê vekirin, wê nema karibe pêşî li germahiya global were girtin û bêyî nav bilêv bike, ji Trûmp re got, "Eger hikumetek, daxwaza û mecûbiyeteke li tevahiya cîhanê li ser vê peymanê lêpirsîn bike, ev yek ji bo yên din, sedemeke ku hê bi xurtî bibin yek."

ŞÎRKETÊN BERÊ XWE NEDIN ABORIYA KESK, WÊ SIBEROJA WAN TARÎ BE'

Gûterres li Zanîngeha New Yorkê axivî û destnîşan kir, ku ji bo pêşî li germahiya global were girtin û gazên bi zerer bên kêmkirin, çi lazim be divê ew were kirin.

Gûterres Peymana Avhewaye weke 'kêliyeke girîng a dîroka mirovahiyê' bi nav kir û anî ziman, tiştekî erênî ye ku gelek şîrketên enerjiyê berî il benda hikumetên xwe bimînin berê xwe dan enerjiya dikare bê nûkirin. Gûterres şîrketên ku di enerjiyên fosîlê yên weke petrol, komir û gazê de israr dikin hişyar kir û got, "Yên ku berê xwe nedin aboriya kesk, wê siberojeke tarî li pêşiya wan be."