NY bang li Rûsyayê kir leşkerên xwe ji Transnîstrîayê vekişe

Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz kir ku bi hezaran leşkerên Rûs ji herêma Transnîstrîa ya Moldovyayê paşve vekişin.

Li welatê Transnîstrîa ku girêdayî Moldovyayê ye û zêdetir Rûs lê ne xweseriya xwe îlankir, piştî îlankirinê di navbera Rûsya û Moldovyayê de di sala 1992’an de peymana aşitiyê hatibû îmzekirin. Tevî lihevkirina dawî li gel ku şer tîne jî li herêmê bi hezaran leşkerên Rûs hene.

Di Desteya Giştî ya NY’yê de dengdayîn hate kirin û pêşnûme biryara ku demildest vekişandina leşkerên Rûs ji herêmê hate qebûl kirin. Di dengdayînê de 83 welat bê biryar man, ji welatên dengdayîn 64’an ji bo paşve vekişandina leşkeran deng da û 15 welatan jî dengê ‘na’ da.

Di biryara NY ku Transnîstrîayê weke xweser dibîne, dixwaze leşkerên Rûs bê şert û bêyî ku dereng bibe leşkerên xwe paşve vekişîne. Di biryarê de tê gotin ku sewqiyata li herêmê bêyî ku Moldovya qebûl bike tê kirin û ev jî rê li ber fikaran ve dike.

Biryara ku li NY hatî girtin a têkildarî hebûna leşkerên Tûs li Transnîstrîayê cara yekemîne û ev jî balê dikêşe ser xwe. Hikumeta Moldovya hebûna leşkerên Rûs weke ‘îllegal’ qebûl kir û banga paş ve vekişandina yekîneyan kir.

Ji derveyî Transnîstra li Gurcîstanê di sala 1992’an de Osetya Başûr xweseriya xwe îlankirbû û ji şerê 2008’an ve yekîneyên Rûs li wirin. Rûsya herî dawî di sala 2014’an de Kirim a girêdayî Ûkranyayê îlheq (tevikirin) kiribû.