NY: Aloziya li Fîlîstînê ji ber bicihbûn û dorpêçê pêk tê

Li gorî rapora Ofîsa Koordînasyona Mirovî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) polîtîkayên bicihbûn û dorpêçê ya 50 salên dawîn sedema herî xurt a alîkariyên mirovî ne.

Davic Carden ên ku li Fîlîstînê xebatên OCHA’yê dike destnîşan kir ku qelsiyên di warê parastina gelê Fîlîstînê yê sivîl, bingeha aloziya li welat e.

Carden bibîr xist ku 50 sal ji ser dagirkirina Îsraîlê ya li ser erdên Fîlîstînê derbas bûye û pêkutî, sirgun û bisînorkirinên li Fîlîstînê di serî de zarok xisarê dide sîvîlan.

Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2016’an de li Şerîaya Rojava malên 1601 sîvîlan xera bûye û ev hejmara ji sala 2009’an û vir ve hejmara herî bilind e. Di raporê de hat diyarkirin ku 300 mal jî hilweşiyane yên ku sala borî bi alîkariya mirovî hatibûn avakirin.

Ochayê diyar kir ku di sala 2016’an de Îsraîlê destûr nedaye ji sedî 31’ê alîkariyên mirovî herin Gazzeyê.

Axa Fîlîstînê di sala 1967’an de ji aliyê artêşa Îsraîlê hatibû dagirkirin û di sala 2005’an de li ser Xeta Gazzeyê dest bi ablûqayê kiriye.