Nûçegihanê mûxalîfê Putin li Kievê hate kuştin

Li Ukraynayê ku ji ber dagirkirina Kirimê têkiliya xwe ya bi Rûsyayê re xera bûye, nûçegihanekî Rûs hate kuştin.

Polîsên Ukraynayê ji AFP'ê re ragihand ku nûçegihan-nivîskarê Arkadi Babçenko (41) yê li paytext Kievê dima, li mala xwe hate kuştin.

Arkadi Babçenko li qenala taybet a televîzyonê ATR bernameyek çêdikir. Tê gotin, Babçenko yê li Rusyayê ji dayik bû, ji ber gefên lê dihatin xwarin neçar mabû welatê xwe biterikîne. Babçenko bi rexneyên xwe yên tund ên li Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin dikir, dihate naskirin. Piştî ku ji Rusyayê derket, destpêkê li paytexta Çekya Pragê, dûre jî li Kievê bi cih bû.