Nûçegihana muxalîf ku li Rûsyayê xwe şewitand, mir
Hate ragihandin nûçegihana muxalîf ku li Rûsyayê piştî ku polîsan bi ser de girt, xwe şewitandibû, mir.
Hate ragihandin nûçegihana muxalîf ku li Rûsyayê piştî ku polîsan bi ser de girt, xwe şewitandibû, mir.
Hate ragihandin rêvebera weşana giştî ya malpera nûçeyan a Koza Pressê Îrîna Slavîna, ku bi sedema muxalîfa rêveberiya Pûtîn e polîsan bi ser de girtibû, mir.
Li gorî agahiyên ku polîsan dayî li ser laşê Slavîna gelek şopên 'şewatên termîk' hatine dîtin, çi têkiliya vê bi wê nîne ku pêrşemê bi ser de hatibû girtin. Slavîna piştî ku polîsan bi ser de girtibû li pêşberî avahiya emeniyetê xwe şewaitandibû.
Li gorî nûçeya di malpera înternetê ya Koza Pressê de, Slavîna beriya ku bimire bi çend saetan li ser hsabê xwe yê medyaya civakî ''Federasyona Rûsyayê'' berpirs nîşan daye.
Diyar bûbû pêrşemê polîsan dema ku bi ser bûroyên sîteya nûçeyan de girtibû dest li ser hemû notên Slavîna, kompîtira wê û telefona wê danîbûn.