'Nûçegihan'a ku pehîn li penaber dayî bêsûc e!

'Nûçegihan'a Macar Petra Laszlo ku sala 2015'an pehîn li penabera dest bi zarok dayî, 'bêsûc' hate dîtin.

Dadgeha Bilind a Macarîstanê li ser Lazslo ku ji ber bûyera pêşermînê Îlona 2015'an ji hêla dadgehan ve sûcdar hatibû dîtin, biryar da ku bêsûc e.

Dadgehê bi biryara xwe Laszlo ku dema kamera digirt pehîn avêtî penaberê ku ji sînor derbas dibû û li gel ku jê re ne gef jî bû pehîn avêtî penaberek dî bêsûc dît. Hate gotin tişta ku Laszlo kirî 'deryasayî ye' û 'şaş' e, lê bûyer ji 'rageşiyekê' pêk hatiye. Li gorî dadgehê êrîşa ku mirov jê şerm dike ne 'vandalîzm' e.

Petra Laszlo beriya niha dema ku hatî darizandin ji ber tevgerên dijmane yên li dijî penaberan sûcdar hatibû dîtin.