Nobeta Demokrasiyê li Dêrikê domiya

Li hemberî desteserkirina sê şaredariyên HDP’ê Nobeta Demokrasiyê ya ku li Mêrdînê hatibû destpêkirin li Dêrikê domiya.

Li hemberî desteserkirina şaredariyên HDPê yên Amed, Wan û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya ku li Mêrdînê hatibû destpêkirin li Dêrikê domiya.

Beriya çalakiyê Hevseroka Bajêr a HDP’ê Eylem Amak bangî tevlêbûna rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag kir û got “Ev peyamek e ku wê çavê şoreşger û mûxalifan bitirsînin. Bersiva me ya li hemberî vî tiştî jî geşkirina têkoşînê ye.”

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî diyar kir ku “3 sal berê jî qeyyûm hatibû peywirdarkirin û niha jî ev peywirdarkirin didome. Beriya qeyyûman deynê şaredariyan tunebû lê niha ev şaredarî di bin deynan de hatine hiştin. Lê helwesta demokratîk û israra aştiyê ya HDP’ê didome. HDP dikare li ser vê axê aştiyê ava bike. Em van qeyyûman jî red dikin û em ê heta dawiyê li hemberî wan têbikoşin.”

Daxuyanî bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Zext nikarin bi me’ bi dawî bû.