Nîvê zêdebûna nifûsa dinyayê wê li neh welatan pêk were

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, nifûsa dinyayê wê heta sala 2050'î bi 2 milyar mirovî zêde bibe. Tê gotin, zêdeyî nîvê zêdebûna nifûsê wê li neh welatan pêk were.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi sernavê 'Perspektîfên Nifûsa Dinyayê', nifûsa ku niha derdora 7,7 milyar mirov e heta sala 2050'î wê bigihêje 9,7 milyar mirovî. Li gorî texmînên di raporê de hatin weşandin, nifûsa mirovan wê heta sala 2100'î bigihêje 11 milyar mirovî.

Li gorî agahiyeke din a di rapora NY'ê de hate weşandin, nifûsa dinyayê hem ji ber kêmbûna rêjeya zayînê, hem jî dirêjbûna dema bendewariya jiyanê wê extiyar bibe. Dema jiyanê niha derdora 72,6 sal e, sala 2050'î wê bigihêje heta 77,1 salî. Sala 1990'î derdora 64,2 sal bû.

Li gel vê yekê rêjeya zayînê kêm dibe. Sala 1990'î her hezar jinan 32 zarok ji dayik dibûn, lê sala 2019'an ev rêje daketiye 25'an. Tê texmînkirin ku sala 2050'î ev rêje ji bo hezar jinan dakeve 22'an.

Li gorî texmînên zanistî ji bo kêmbûna nifûsê bê astengkirin û nifş nû bibin, rêjeya zayinê ji bo hezar jinan di ser 21'ê re be.

Wekî din di rapora Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku nifûsa 27 welatan ku Elmanya, Japonya, Ûkrayna, Belarûs, Estonya, Macarîstan, Îtalya, Rûsya û Sirbistan jî di nav de ne, ji sala 2010'an û vir ve bi rêjeya yek ji sedî kêm bûye. Çîn bi nifûsa xwe ya bi 1,4 milyar mirovî di rêza yekemîn de ye. Tê payin ku heta sala 2050'î nifûsa Çînê bi rêjeya 2,2 kêm bibe û 31 milyon mirov jê kêm bibe.

Lê belê di serî de Hindistan, Nîjerya û Pakistan nifûsa gelek welatan zêde bû. Li gorî raporê heta sala 2050'î wê nifûsa mirovan bi 2 milyar mirovî zêde bibe. Zêdeyî nîvê vê zêdebûnê jî wê li neh welatan pêk were. Li gorî raporê wê li Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Komara Kongo ya Demokratîk, Etiyopya, Tanzanya, Endonezya, Misir û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê nifûs zêde bibe.

Di projeksiyonên Neteweyên Yekbûyî de tê ragihandin, sala 2100'î wê nifûsa mirovahiyê bigihêje 11 milyar mirovî.