Nîqaşa li ser DAÎŞ'iyên Elman zêde dibe

Bi banga Trûmp re nîqaşên li ser paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne, li Elmanyayê zêde bûn. Beşek ji siyasetmedaran xwestin mafê welatîbûna çeteyan ji destê wan bê girtin.

Tevî bangên rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, dewleta Elman li pêşberî welatiyên xwe yên tevlî DAÎŞ'ê bûne û di operasyonên YPG'ê de bi saxî hatine girtin, bi xemsarî tevdigere. Li gorî daneyên fermî yên meqamên ELman, 1050 kes ji Elmanyayê tevlî nava çeteyên DAÎŞ'ê bûn. Piraniya wan di şer de mirin, beşek jî hatin Elmanyayê û beşek ji aliyê hêzên YPG û artêşa Iraqê ve hatin girtin.

Piraniya wan jin û zarok, nêzî 200 welatiyên Elman ên DAÎŞ'î di destê YPG'ê de ne. Nêzî 40 welatiyên Elman ên DAÎŞ'î gelek sûc kirine. Heta niha hikumeta Elman a federal guh nedida vê rewşê, heta ku Serokê DYE Donald Trûmp dawiya hefteyê ev twîtter weşand: "DYE ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Elmanya û hevkarên xwe yên din ên Ewropayê dixwaze ku ji bo dairzandina zêdeyî 800 şervanên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê hatin girtin, gavê biavêjin."

Rêveberiya Berlînê heta niha bi vê îdîayê tevdigeriya, "Li Sûriyeyê nûnertiyeke me ya fermî nîne, lewma li ser welatiyên Elman ên li herêmê em agahiyeke vekirî nikarin bigirin." Piştî ku Serokê DYE'yê zext kir, mijar êdî bû yek ji mijarên sereke yên hikumeta federal ku Angela Merkel serwezaretiyê jê re dike.

HIQÛNASÊN ELMAN: GÛANTANAMO Û DEN HAAG NABE

Di hin şîroveyên medya Elman de gelek siyasetmedar û pispor dixwazin, mîna girtîgeha li Gûantanamoyê ya ku DYE'yê li dijî El Qaîdeyê çêkir, girtîgehk were çêkirin ya jî DAÎŞ'î li Dadgeha Sûcên Şer a Navnetweyî ya li Den Haagê werin darizandin.

Lê belê hiqûqnas dibêjin, her du versiyon jî li destûra bingehîn a Elman nayên. Wezîrê berê yê parastinê û dadgerê ceza Prof. Rûpert Scholz got, "Qanûnên me bi ti awayî rê nade rêbaza Gûantanamoyê. Ji ber ku bêyî derkeve pêşberî dadger, em nikarin der barê sûcdarekî de biryara girtinê bidin. Li pêşiya Elmanyayê wezîfeyeke gelekî zehmet heye û neçar e welatiyên xwe werbigire."

Pisporê Destûra Bingehîn Prof. Ûlrîch Battîs jî diyar kir, qanûnên li Elmanyayê destûrê nade ku welatiyên wan derkevin pêşberî Dadgeha Şer a Navneteweyî ya li Den Haagê. Prf. Battîs anı ziman, eger derfetê avabûna dadgehê li welatekî tine be, hingî dadgeha sûcên şer a li Den Haagê dikare bicive. Prof. Battîs got, "Dadgeheke bi vî rengî ne li Den Haagê divê li Elmanyayê bê damezrandin."

'EM MAFÊ WAN Ê WELATÎBÛNÊ BETAL BIKIN'

Wezîrê Karên Hundir ê eyaleta Baden-Wurttembergê Thomas Strobl jî xwest, mafê welatîbûna Elman ê endamên DAÎŞ'ê bê betalkirin. Strobl ji hejmara îro ya rojnameya Bîld re axivî û got, "Li gorî qanûnan, eger kesek bikeve nava artêşeke biyanî, ev tê wateya betalbûna welatiya wan. Divê ev qanûn li dijî kesên tevlî nava rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê bûne bi cih were anîn." Lê belê li gorî pisporan, betalkirina mafê welatîbûnê ewqasî hêsan nîne. Dadgehê ceza Prof. Rûpert Scholz diyar dike ku qanûna qala wê tê kirin ji bo welatiyên xwedî hemwelatîbûna du welatan e derbas dibe û ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê li qada navneteweyî ne xwedî statuyeke dewletekê ye, ew qanûn derbas nabe.

Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer jî diyar kir, qebûlkirina DAÎŞ'iyan divê li gorî şertan be û ji rojnameya "Suddeutschen Zeitung" re got, "Berî ku li balafirê bên siwarkirin, divê dosyayên sûc li cihê lê ne yek bi yek bên lêkolîn û li gorî wê were qebûlkirin."

Nîqaşeke bi heman rengî li welatên Ewropayê jî pêk tê. Çend roj berê rayedarên hikumetên Danîmarka û Îngilîstanê bi vekirî diyar kiribûn ku wê welatiyên wan ên endamên DAÎŞ'ê ne qebûl nekin. Heta niha Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên bi saxî ketine destê YPG'ê ji rêveberiya xweser xwestibûn.