Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nîjatperestên Tirk gefa kuştinê li Ermenên li Elmanya dixwin

Derkete holê ku nîjatperestên Tirk gefa kuştinê li Ermenên Elmanyayê dixwin.

Van demên dawî nîjatperestên Tirk ku bi navê ''Uluculer'' û ''Bozkurtlar'' rêxistinî dibin li Ewropayê gefê li ewlehiyê dixwin.

'Ulkucu' ku hêza paramîlîter a AKP-MHP'ê ne û tevlî gelek rûdanên tundiyê bûne, 29'ê Cotmeha 2020'an li bajarê Dîjonê ya Fransayê piştî êrîşên lîncê yên li ser Ermenan rêveberiya Parîsê qedexe li ser van koman danîbû.

Her wiha 18'ê Mijdarê CDU/CSU (Partiyên Yekîtiya Xiristiyan) ku li Elmanyayê hikûmetê pêk tînin û Partiya Demokratên Sosyal (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Hur (FDP) jî ji bo qedexekirina Tevgera Ulkucu pêşnûmeya yasayê li Meclîsa Federal qebûl kiribû.

Derkete holê li gel van tevdîran jî faşîstên Tirk van rojên dawî li Elmanyayê li djî Ermenan gelek nameyên gefxwarinê hatine şandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Welt ku li Elmanyayê rojana diweşe herî pir ji Hanu, Osnabrûck û Hambûrgê gefa kuştinê ji Ermenan re hatine şandin.

Hate gotin bi taybetî piştî şerê di navbeyna Azerbaycanê û Ermenîstanê de nameyên geflexwar ên nîjatperestên Tirk zêde bûne.