Nifûsa YE’ê bi saya koçberan zêde bû

Li Yekîtiya Ewropayê ya ku di salên dawî de hejmara koçberan lê zêde bûye, ragihand ku di sala 2016’an de sedama zêdebûna nifûsa wê bi çûyîna koçberan zêde bûye.

Li gorî daneyên ji aliyê Odeya Îstatîkên Ewropayê (Eûrostat) ve hatin parvekirin, YE’yê ya ku xwedî 28 welatane, nifûsa wê 1,5 miyon zêde bûye. Bi vê yekê ji 1’ê Çileya îsal ve nifûsa YE’ê gihişte 511, 8 miyonan.

Dîsa yek ji sedemê zêdebûna nifûsan a li YE’yê pêla koçberiyê ye. Di sala 2016’an de li gelemperiya YE’yê 5,1 milyon zarok hatine dinê, hejmara miriyan jî di heman astê de ye. Bilindbûna nifûs tenê ji ber pêla koçberiyê ya ber bi welat ve hate nîşandan.

Welatê hejmara dayikbûnê ji ya mirinê zêdetir welatê Îrlandayê ye. Li Îrlandayê ji her 1 hezar kesan 13, 5 jidayikbûn ber dikeve. Hejmara miriyan jî 6,4 e.

Li Elmanyaya ku ji sala 2015’an ve 1 milyon koçber bi cih bûye, bi zêdebûna 624 hezaran nifûsa welat gihandiye 82,8 milyonan. Li Elmanyayê ji ber sedema pêla koçberiyê nifûsa xwe zêde kir. Li vî welatî rêjeya mirinê ji her hezar kesan 11,2 ber dikeve, li beramberî vê jî hejmara jidayikbûnê jî ji hezar kesan 9,3 ber dikeve.

Herî dawî sal 2013’an bi ketina Hirvatîstanê ya YE’yê hejmara walatên YE’yê bibû 28, herî dawî di sala 2019’an bi derketina Bîrîtanya ya ji YE’yê, hejmara welatên YE’ daket 27’an.