Nêzî nîvî çekdarbûna şexsî li DYA’yê ye

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku seraqet bi komkujiyan tê rojevê tê gotin li gorî nifûsê çekdarbûn pir zêde ye û hema hema her 2 ji çekên li cîhanê li DYA’yê ne.

Li gorî nûçeyeke Washîngton Postê ku xwe spartiye lêkolîne li Swîsreyê hatî weşandin, li DYA’yê ku nifûsa wê 326 milyon e, di ser hijmara kesan re çek hene.

Li gorî vê li DYA’yê bi giştî 393 milyon çek hene û piraniya van çekan di dest welatiyan de ne.

Li gorî lêkolîna bi navê The Small Arms Survey ku ji hêla Enstîtûya Lêkolînê ya Rabûna Navnetewî ve, ku navenda wê li Cinêv ya Swîsreyê ye, nîvê çekên şexsî yên cîhanê li DYA’yê ne. Li gorî lêkolînê 46 ji 100’î yên çekên sivîlan li DYA’yê ne. Lê nifûsa DYA’yê di nav a cîhanê de tenê 4 ji 100’î ye.

Li DYA’yê her sal 30 hezar kes bi pevçûna çekdarî, bi sedema ku polîs dikevin pey sûcdaran, komkujiyê bi çekan û cînayetan têne kuştin. Li welêt ji berk u bandora lobiya çekan li ser siyasetê zêde ye hewldanê bi mebesta ku yasa werin jidandin ti encamê bi xwe re nayînin.

Herî dawî Sibatê li Florîdayê, li lîseyê komkujiyek hate kirin û 17 kes hatin kuştin. Piştî vê xewndekarên lîseyê li dijî zêdebûna çekan kampanyayek dane destpêkirin.