Neonaziyan gefa kuştinê li rêvebera Partiya Çepgir xwar

Neonaziyên ku xwe weke berdewama NSU bi nav dikin, ku heta niha 9'ê jê koçber, 10 kes kuştine, gefa kuştinê li Alîkara Serokta Giştî ya Partiya Çepgir Janîne Wîssler xwar.

Van demên dawî li Elmanyayê gelek hicreyên Nazî çalak bûne. Komeke Neonazî ya nû ya bi îmzeya 'NSU 2.0' ku amaje bi Nasyonel Sosyalîst a Binerd (NSU) kirî û NSU'yê li Elmanyayê di navbeyna 2000-2007'an de, 9 jê koçer 10 kes kuştin, gefa kuştinê li hin kesan dixwe. Neonaziyan gefa kuştinê li Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Çepgir Janîne Wîssler jî xwar.

Wîssler ku her wiha Seroka Koma Partiya Çepgir a Eyaleta Hessenê ye, li Elmanya yek ji wan kesên li pêş e, di têkoşîna dijî nîjatperestî û miliyetgiriya radîkal de. Diyar bû di nameyên gefxwarinê de yên ku ji bo Wîssler hatine şandin, hatiye gotin, ''Rojeke ku polîs berevaniyê li te nakin em e te bikujin'' û name bi slava Hîtler, ''Heîl Hîtler'' qediyaye.

Li ser nameyan dozgeriya Frankfûrtê lêpirsîn da destpêkirin, Wîssler ya ku ji ajansa nûçeyan a Elman DPA'yê re axivî got, ''Li ser jiyana min talokeyeke cidî heye.''