Nelirêtiya li Konseya Ewropayê: 4 kesên li Belçîkayê destgîrkirî, hatin girtin

Li ser îhtimala nelirêtiya Katarê di Konseya Ewropayê de, li Belçîkayê bi ser malan de hat girtin. Ji nav yên destgîrkirî 4 kes hatin girtin. Ji girtiyan yek jê Alîkara Serokê Konseya Ewropayê Eva Kaîl e.

Dozgeriya Federal, diyar kir ku di nav du rojan de 6 kes hatine destgîrkirin, lê navên destgîrkirî û girtiyan negotin.

Dozgeriya federal daxuyanî da çapemeniyê, got ku piştî îdianameya ji aliyê dadgerê lêpirsînê yê Brukselê ve bi sûcdariya ‘’bûyîna endamê rêxistina sûc, dizîna pere û nelirêtî’’ amade kiriye 4 kes hatine girtin û du kesên din berdane.

Li gor nûçeya AFP’ê Alîkara Serokê Konseya Ewropayê ya berê Eva Kaîl a Yewnanistanî jî hatiye girtin.

Hat gotin ku ji ber sûcdariya li ser Kaîlê giran e sûc ji mafê destnedayînê yê parlamenteriyê negirtiye.

Heman çavkanî got ku agahiyên li ser medyayê derketine rast in; di mala Kaîlê de ‘’kîsên pere’’ hatine dîtin.

Dozgeriya federal da zanîn ku roja Şemiyê jî lêgerîn di mala parlamenterekê/e Ewropayê yê/a din de hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya dozgeriyê di vê bûyerê de, jê guman tê kirin ku ji bo bandor li biryarên Parlamentoya Ewropayê bê kirin pere bi kesên siyasetmedar û xwedî cihên girîng dabin xwarin yan jî diyarî li wan hatibin pêşniyazkirin.

Roja Şemiyê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola ya Maltayî, biryara danekirina ya destpêkê li ser Eva Kaîlî da. Alîkara Serok, nûnertiya li Rojhilata Navîn jî di nav de, ew ji hemû erkên ji alîyê Serok Roberta Metsola ve hatin dayîn mehrûm kirin.

Li ser navê koma Keskan a di Parlamentoya Ewropayê de parlamenterên çepgir ku ekolojîst Phîllîppe Lamberts jî di nav de, daxwaza derxistina Eva Kaîlê ji Partiya Sosyalîst a Yewnan kir.