Ne ji koçberan be wê nifûsa Yekîtiya Ewropayê kêm bibe

Welatên Yekîtiya Ewropayê li pey wê yekê ne ku pêşî li hatine koçberan bigirin. Lê belê li gorî daneyên hatin weşandin, eger ne ji koça ji derve be wê nifûsa yekîtiyê kêm bibe.

Li gorî daneyên saziya statîstîkê ya Yekîtiya Ewropayê (Eurostat), nifûsa welatên Yekîtiya Ewropayê 1'ê Çileya 2019'an 512 milyon û 600 hezar bû. Li gorî destpêka sala 2017'an bi 1,1 milyonî nifûsa Yekîtiya Ewropayê zêde bû. Ev yek jî bi saya koçberan bû.

Li gorî Eurostatê, par li welatên Yekîtiya Ewropayê 5,1 zarok ji dayik bûn. Hejmara kesên ku par mirin, ji yên ji dayik bûn zêdetir bû. Li welatên Yekîtiya Ewropayê par 5,3 milyon mirov mirin. Nifûsa yekîtiyê bi qasî 200 hezar kesî kêm bû. Lê belê bi saya mirovên ji derve hatine, nifûsa yekîtiyê bi 1,1 milyonî zêde bû.

LI WELATÊN KU KOÇBER LÊ KÊM IN, NIFÛS JÎ KÊM DIBE

Li gorî daneyên Eurostatê, li nava yekîtiyê nifûsa 19 welatan zêde bû, ya 9 welatan jî kêm bû. Welatê sereke ku nifûsa wê bi rêyên xwezayî zêde bû, Îrlanda ye. Li Îrlandayê hejmara zarokên ji dayik bûn li gorî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bi rêjeya 6,6 ji hezarî zêde bû. Bi saya vê yekê nifûsa giştî jî bi rêjeya 11,2 ji hezarî zêde bû.

Welatê ku nifûsa wê gelekî kêm bû, Bûlgarîstan e. Nifûsa Bûlgarîstanê bi rêjeya 7,3 ji hezarî kêm bû. Piştî Bûlgarîstanê nifûsa welatên herî zêde kêm bû; Romanya, Lîtvanya û Hirvatîstan e.

NIFÛSA ELMANYAYÊ BI SAYA KOÇBERAN ZÊDE BÛ

Welatekî din ku bi saya koçberan nifûsa xwe zêde bû, Elmanya ye ku li nava Yekîtiya Ewropayê welatê herî qelebalix e. Li Elmanyayê ji ber ku rêjeya jidayikbûnê li gorî ya mirina mirovan kêm e, nifûsa xwezayî bi rêjeya 1,8 ji hezarî kêm bû. Lê belê bi saya koçberên hatin Elmanyayê nifûs bi rêjeya 4 ji hezarî zêde bû.

Duyemîn welatê herî mezin ê yekîtiyê Fransa ye. Li Fransayê ji ber ku rêjeya jidayikbûnê li gorî ya mirina mirovan zêde ye, nifûs jî bi rêjeya 3,5 ji hezarî zêde bû. Dema ku koçberên sala 2017'an hatin Fransayê li vê neyê zêdekirin, ev rêje dadikeve 2,5 ji hezarî.

Li gorî daneyên dawî, nifûsa Yekîtiya Ewropayê bi saya koçber û penaberên ji derveyî yekîtiyê hatine, tê parastin.