Navenda Giştî ya SPD'ê ji ber gumana bombeyê hate valakirin
Navenda Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD), ku şirîkê hikumeta koalîsyonê ye, ji ber gumana bombeyê hate valakirin.
Navenda Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD), ku şirîkê hikumeta koalîsyonê ye, ji ber gumana bombeyê hate valakirin.
Polîsan bi qasî 2 saetan dor li avahiya li paytext Berlînê girtin û piştî ku li nava avahiyê geriyan eşkere kirin, ku îxbar nerast e.
Li Navenda Giştî ya SPD'ê ya li Wîlly-Brandtê, îro saet di 10:00 de dema desteya rêveber a partiyê di civînê de bû, ji ber gumana paketa bi bombe, alarm hate dayin.
Paketa navborî, li odeya postayê hate dîtin û piştî demeke kurt, avahiya navenda giştî hate valakirin. Polîsan li dora avahiyê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin. Arkuj û pisporên îmhakirina bombeyan jî ber bi herêmê ve hatin şandin. Piştî lêkolîna polîsan, hat ragihandin ku pakêta bi guman cismekî text e ku dişibe qutiya bexşê.
Polîsan her wiha ragihandin, ku îxbara bombeyê dibe ku henekek di nava endamên partiyê de be û piştî 90 deqeyan, saet li dora 12:00 eşkere kir, ku avahî ewle ye.