NATO mirinên sîvîlan bi gotina ‘bila bipîvanbin’ paş guh dixe

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di Konferansa Ewlehiyê ya li bajarê Munîh ê Elmanyayê de axivî û kokmujiyên sivîlan yên li Efrînê ji nedîtî ve hat û qala ewlehiya sînor kir.

Stoltenberg di konferansa  Munîhê de axivî û got di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de Tirkiye alîkariyekî giring daye û pirsgirêka gefên êrîşên DYA û Minbicê xist rojevê. Stoltenberg got ji bo li Bakurê Sûriyeyê şerek çênebe pêwîst e li ser masê rûnin û ev jî divê di vî demê te pêk were.

FIKAR ‘MAFDAR IN’ LÊ BILA BIPÎVAN BIN

Stoltenberg têkildarî komkujiyên sivîlan yên li Efrînê tiştek negot û ev jî balkêş bû. Endama Partiya Keskan a Elmanya Claûdîa Roth jî wiha got; “Mijar ne mijara rageşiya di nav bera 2 welatê NOTO’yê de ye. Mijara heyî welatekî endamê NATO’yê li Efrînê êrîşî gelê sivîl dike. NATO wê di vê mijara de helwestekê çawe nîşan bide” Stoltenberg têkildarî van gotinan wiha got; “Divê sîvîl neyên kuştin û ji vê rewşê bifikar in.”

Stoltenberg diyar kir ku li Sûriyeyê ew ne li gel çareseriyekê bi leşkerî ne û çareseriyekî siyasî pêwîst e û îdîa kir ku Tirkiye ‘fikarên ewlehiya rewa’ dike. Stoltenberg wiha jî got; “Em li bendê ne ku Tirkiye bi pîvan û rêjedar be.”