NATO: Divê em pêşî li şerekî nû yê sar bigirin
Piştî Serokê DYA Donald Trûmp NATO'yê daxuyaniyek weşand û û diyar kir, têkiliyên bi Rûsyayê re di asta herî xerab a dehan salên dawî de ye.
Piştî Serokê DYA Donald Trûmp NATO'yê daxuyaniyek weşand û û diyar kir, têkiliyên bi Rûsyayê re di asta herî xerab a dehan salên dawî de ye.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) Jens Stoltenberg piştî da daxuyaniya Trûmp, ku gotibû têkiliyên bi Rûsyayê re di asta herî nebaş a dîrokê de ye.
Stoltenberg ji televîzyona CNN re axivî û destnîşan kir, têkiliyên NATO'yê yên bi Rûsyayê re ji Şerê Sar û vir ve ti carî ewqasî nebaş nebû bû.
BANGA JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ŞEREKÎ NÛ YÊ SAR
Stoltenberg işaret bi asta têkiliyên bi Rûsyayê re kir û anî ziman, diyaloga siyasî ya bi vî welatî re şert e, ji bo ku rageşiya serdema Şerê Sar careke din rû nede, ev diyalog pêwîst e.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê got, "Ji bo pêşî li bilindbûna tansiyonê bê girtin, ji bo şerekî nû yê sar bê astengkirin, divê em bi Rûsyayê re diyalogeke siyasî deynin."
Beriya Stoltenberg, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp jî daxuyaniyeke bi heman rengî dabû. Trûmp qanûna pêkanînan a li ser Rûsyayê ku Kongreya DYA erê kir û ew jî neçar ma îmze bike rexne kir û kongre sûcdar kir, ku têkiliyên bi Rûsyayê re dixe nava zor û zehmetiyê.
Trûmp jî destnîşan kir, ku têkilî di asta herî nizm a metirsîdar a hemû serdeman de ye.
Têkiliyên navbera NATO û Rûsyayê, bi taybetî sala 2014'an di dema şerê navxweyî yê Ûkraynayê de piştî ku Qirim tevlî Rûsyayê bû û li ser îdîayên ku dibêjin Rûsyayê piştgirî daye komên Rûs ên alîgirê serxwebûnê, nebaş bû bû.