Nasnameya êrîşkarê Londrayê hate eşkerekirin

Hat ragihandin ku endamê DAIŞ’ê yê duh li paytexta Îngîlîstanê Londonê li pêşiya avahiya Parlemetoyê êrîş êrîşek pêk anîbû û 4 kes kuşt, welatiyê Îngîlîz ê bi navê Khalîd Masood e.

Li gorî daxuyaniya li Scotland Yardê (Polîs) hate kirin, hat diyarkirin ku kesê êrîş kirî welatiyê bi navê Khalid Masood ê 52 sali ye. Tê texmînkirin ku ev kes li bajarê Kent hatibe dinê û ji demekî kin û vir ve li West Mîdlandsê jiyabe.

Li gorî daxuyaniya Scotland Yardê, diyar kir ku têkildarî êrîşkar Londrayê lêpirsînek ku bidome nîne. Lê ev kes ji beriya niha bi sûcên biçûk ên edlî navê wî derbas bûye, di nav van de jî peydakirina çekê jî heye.

Di nava agahiyan de têkildarî lêpirsînên di derbarê Khalîd Masood de ti ceza nehatiye dayîn.

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşa ku duh pêk hatibû girtibû serxwe.