Ajana FBI'yê ya New Orleansê Alethea Duncan têkildarî êrîşa li Kolana Bourbonê ya roja Çarşemê civîneke çapemeniyê lidar xist ku di êrîşê de 10 kes hatin kuştin.
Duncan di civîna çapemeniyê de piştrast kir ku FBH hîn jî gumanbarê 42 salî yê ji Teksasê Şamsûd Dîn Cabbar lêpirsînê dike.
Duncan got, "Em hewl didin piştrast bikin bê çawa bû xwedî vê wesayitê. Di romorka wesayitê de aleke DAÎŞ'ê hate dîtin. FBI ji bo têkiliya gumanbar a bi rêxistina terorê û têkiliyên wî diyar bike, dixebite. Di wesayita wî kesî de çek û cîhazên teqemeniyê hatin dîtin ku bi destan hatin çêkirin."
Ajana taybet her wiha got, ew bawer nakin ku Dîn Cabbar 'berpirsyarê yekane' yê çalakiya terorê be.
Duncan got "Hevkarên wî yên têne zanîn jî di nav de em hemû nîşaneyan bi rengekî agresîf dişopînin. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya me bi alîkariya gel heye."