Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Teqîn ji ber gazê pêk hatiye

Li yek ji atolyeyên Muxafizên Şoreşê yên li Îsfahan a li navenda Îranê teqînek rû da. Muxafizên Şoreşê îdîa kirin ku, teqîn ji ber gazê pêk hatiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê, Muxafizên Şoreşê bi daxuyaniyekê got, ''Serheng Muxtar Murşedî û serpel Muctaba Nazarî şehîd bûne.'' 

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku ev teqîna ku şeva Çarşemê li yek ji atolyeyên Muxafizên Şoreşê yê li navenda Îsfahanê pêk hatî, ji ber gazê ye. Agahiyên berfirehtir nehatin dayîn. Ji ber ku li Îranê li ser medyayê zexteke dijwar heye, piştrastkirina agahiyên fermî ji çavkaniyên cuda ne zehmet e. 

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA’yê beriya niha ragihandibû ku di encama qezeya gazê de kesek miriye û 10 kes jî birîndar bûne.

Di demên berê de jî li Îranê bûyerên bi heman rengî rû dabûn. Di Çileya 2023'yan de jî 6 endamên heman malbatê di encama teqîna ku tê texmînkirin ji ber gazê rû da, jiyana xwe ji dest dabûn.