Mûsayê aştiyê

Niha dor hatiye wê yekê ku hêviyên aştiyê bigihêjin armanca xwe û pirsgirêkeke kangrenbûyî bi dawî bibe. Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ji bo pêkhatina aştiyê divê çi ji destê kê hat, wê bike.

BÎRANÎNA SIRRI SUREYYA ONDER

Vegotina kesayetekî ku Tirkiye ji nêz ve nas dike û cihê wî zû bi zû nayê dagirtin, ne hêsan e ku mirov bi fikar e ku gelo dikare heqê wî bidê yan na. Sirri Sureyya Onder bi nasnameya xwe ya hunermendî, siyasetmedarî, bi danheviya xwe ya rewşenbîrî û entelektuelî, bi hostatiya xwe ya li ser gotinan, hêza xwe ya şîrovekirinê û henekên xwe, bi gelek taybetmendiyên xwe kesayetekî hevgirtî ye ku mafê jiyanê daye.

Beriya her tiştî ji teqezeya xizanan hatiye, bi gotina 'di asta sêwîtiyê' de mzin bûye, ji binî ve bûye sosyalîst, ji ber fikrê xwe di temenê ciwantiyê de hatiye girtin, ji dezgehên êşkenceyê derbas bûye û di salên xwe yên dawî yên jiyana xwe de li meqamê wekîltiya serokê meclîsê rûniştiye, yekî ji gelek pîşeyî ye. Dest bi kîjan karî kiribe bûye hostayê wî karî, ket nava jiyana her mirovî û bandor lê kir.

Bû yek ji paydaşên pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên herî giran ên Tirkiyeyê ye. Ji kevneşopiya berxwedêr a Baba Îshak hatiye, weke nûnerê dawî yê gelê Tirkmen her tim li kêleka gelê Kurd sekinî ku di statuya mêtingeriyê de ye. Li her cihî bêyî tirs û fikar rastî bilêv kir, ji dayina berdêlan ti carî xwe neda alî, ji kolanan heta bi meclîsê pêşhukm li her cihî şikand, b3u kesayetekî têkoşer, wêrek û şopdarê aştiyê.

Li gel pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî guh neda xwe, di oxira doza xwe de aştiya gelan danî pêşiya xwe, ji bo vê hewl da û bi vî rengî mohra xwe danî binê gelek karên ku cihê xwe nikare bê dagirtin. Di pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rola sereke û herî çalak rabû. Bi giranî di çavkaniya kar de cih girt, li ser meseleyan serwext bû, xwedî hişmendiya civakî û dîrokê bû, di diyalog û danûstandinan de hêza herî bilind a temsîlkariyê nîşan da, kete bin barê aştiyê û bû yek ji stûnên esasî.

Bêşensiya Sirri Sureyya Onder ew bû ku li welatekî weke Tirkiyeyê dima. Xwediyên desthilatdariyê yên ku welêt bi rê ve dibin, nirxekî mezin ê mirovî winda kirin. Emrê wî di girtîgehan de helandin. Li gel her tiştî û li gel her kesî wî kevneşopiya berxwedanê dewam kir ku herî zêde bi wê zanî bû û ji bo aştiyê meşiya. Bû Mûsayê têkoşîna aştiyê. Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên bingehîn ên herî zehmet aştiya Kurd e ku ew kete binê vî barê giran. Ji bo bedela aştiyê ne tenê destê xwe, bedena xwe ya nexweş û westiyayî bi temamî xist binê vî barî.

Di Tewratê de bi berfirehî qala çîroka Mûsa tê kirin. Têkoşîna li dijî Fîrewn, zor û zehmetiyên birêxistinkirina gelê xwe, hewldan û daxwaza rizgarkirina ji koletiyê, derketina ji Misrê gera li çolê ya 40 salan... Li gel van hemûyan jî emrê xwe da wê yekê ku xwe bigihîne xaka soza wê jê re hatiye dayin. Ya rast çîroka Sirri Sureyya Onder jî hinekî dişibe van taybetmendiyan. Di muxatabiya pirsgirêkeke zehmet de ku ji bo gelek mirovan bû sedema berdêlên giran ên madî û manewî û êşên gelekî giran bi xwe re anî, pêşengî kir. Li hemberî klîkeke komkujer ku Serokkomar Tûrgût Ozal û gelek fermandarên hêzê ji holê rakir, tenê yekî weke Sirri dikarîbû bisekiniya. Weke Mûsa dest jê berneda, hewl da xwe bigihîne aştiya ku soza wê dabû û mixabin bêyî ku pêkhatina aştiyê bibîne ji vê cîhanê koç kir.

Sirri Sureyya di asta şehîdê destpêkê û fedaiyê aştiyê de bû xwedî cihekî. Di kesayetiya xwe de, li ber mirinê jî mirovên ji her tebeqe û fikrî gihand hev. Dil da aştiyê, kete bin barê aştiyê. Ji her kesên ku xwe gihande wan, ji mirovên her kategoriyê re bû hemhal, ku ev yek taybetmendiya herî mezin a wî bû. Bû rewşeke berfireh a civakî. Niha dema xwedîderketina li bîranîna wî ye. Bûye para hevrê û hezkiriyên wî ku ji berê bêhtir li ser rêya aştiyê bimeşin, ala ku Sirri Sureyya Onder hiştiye hilgirin û hêviyên wî pêk bînin.

Atmosfera xemgîniyê ya giran a ku Sirri Sureyya Onder li pey xwe hişt, li ser tevahiya civakê bû giraniyek. Weke kesekî ku di wijdanê civakê de cih girt, ji nava me koç kir, gelên Tirkiyeyê jî ewladekî xwe yê baş ji dest da. Li gel her tiştî jî bi wijdanekî rehet çû. Bi gotina wî 'min mafê jiyanê da' û bi dilrehetî gihîşt dawiya dawî.

Niha dor hatiye wê yekê ku hêviyên aştiyê bigihêjin armanca xwe û pirsgirêkeke kangrenbûyî êdî bi dawî bibe. Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ji bo pêkhatina aştiyê divê çi ji destê kê hat, wê bike. Divê Sirri Sureyya bi dij û wijdan bê nirxandin û bi serketinê bê tacîdarkirin. Tinebûna Sirri Sureyya valahiyeke mezin afirandibe jî di şexsê manewî yê Sirri Sureyya de êdî teqez bûye ku aştî pêk were.

Ji ber koça dawî ya Sirri Sureyya em hemû xemgîn in, di nava windahiyeke mezin de ne. Bila serê malbata wî, xizmên wî, dostên wî û gelên me sax be. Bila xweş razê, cihê wî cinet be. Bi gotina 'Sirriyek ji vê cîhanê derbas bû' wê timî di dilê mirovan de be.