Mûkwege ê ku xelata Nobelê stendibû nerazîbûn nîşanî ‘xemsariyê’ da
Bijîşkê ji Kongoyê Denîs Mûkwege yê ku tevî çalakgera jin a Êzidî Nadya Mûrad Xelata Aştiyê ya Nobelê stendibû, li hemberî sersarî û xemsariyê nerazîbûn nîşan da.
Bijîşkê ji Kongoyê Denîs Mûkwege yê ku tevî çalakgera jin a Êzidî Nadya Mûrad Xelata Aştiyê ya Nobelê stendibû, li hemberî sersarî û xemsariyê nerazîbûn nîşan da.
Jînekolog Mûkwege yê ku li Osloyê xelata xwe stend, piştî stendina xelatê axivî. Mûkwege di axaftina xwe de got ku, “Berpirsên sûcan ne bi tenê kiryarên wan sûcan e. Yên ku naxwazin bibînin jî kujer û kiryarên van sûcan e. Heke ew ê şerek were kirin divê ev şer li dijî xemsariyê be ya ku civakên me dirizîne.”
Mûkwege hikumeta welatê xwe jî bi gotinên tund rexne kir û diyar kir ku rêveber ji ser pişta gel dewlemend didin û civaka navneteweyî jî naxwaze şerê li Kongoyê bibîne ya ku 6 milyon kes ji ber şer mirine.
Mûkwege got ku, “Ez ji welatekî dewlemend têm lê gelên welatên min gelekî hejar in. Bi milyonan jin, mêr û zarok di nav sefaletê de dijîn.”