Moskowa, Tehran û Enqere di 16’ê Adarê de li Astanayê dicivin

Nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê di 16’ê Adarê de wê li Astanayê dîsa werin ba hev. Ew ê çavdêr û aliyên li Sûriyeyê tevlî vê civînê nebin.

Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê daxuyaniyeke nivîskî  weşand û got, “Li gorî agahiyên ku welatên garantorên pêvajoya Astanayê ya têkildarî Sûriyeyê dan, ew ê wezîrên karê derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di 16’ê Adarê de li Astanayê ew ê bicivin.”

Wezareta Karê Derve ya Kazakistanê diyar kir ku ew ê çavdêr û aliyên li Sûriyeyê tevlî vê civînê nebin û got “Peywirdarê taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan Mistura jî ew ê were vexwendin.”

Hevdîtinên Astanayê, operasyona rejîmê ya li dijî Gûtayê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê di heman demê de pêk tê.

Di dawiya meha Sibatê de Yekîtiya Ewrûpayê bang li Moskowa, Enqere û Tehranê kiribû ku ji bo sekinandina şer bila tevdîran bigirin. Ligel ku Konseya Ewlekariyê ya NY biryara agirbestê ya ji bo 30 rojan daye jî, Tirkiye êrîşên xwe nade sekinandin. Di êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê de ji roja îlankirina agirbestê û heta niha, gelek sîvîl hatin qetil kirin.