Moskova: Li Qarabaxa Jorî ‘Komên çekdar ên îlegal’ şer dikin
Wezarketa Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku di şerên li Qerebaxa Jorî de, ‘komên çekdar ên îlegal’ ên ji Suriyê û Lîbyayê cih digrin.
Wezarketa Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku di şerên li Qerebaxa Jorî de, ‘komên çekdar ên îlegal’ ên ji Suriyê û Lîbyayê cih digrin.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve hatî kirin de, komên çekdarên ji Suriyê û Lîbyayê jî di nava şerên dijwar ên li Qerebaxê Jorî de cih digrin.
Di daxuyaniya Moskovayê de bang li welatên mûdaxeleker kir ku “çete û terorîstên xerîb” kar neynin.
Du çavkaniyên nêzî çeteyên Suriyê bi daxuyaniyekê ji Reutersê re diyar kiribû, çeteyên ji Suriyê yên Tirkiyê ji bo “piştevaniya” hêzên Azerbaycanê şandine herêmê.