Moskova ji bo Enqerê têkildarî Îdilbê çi pêşniyar kir?

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû,di hevdîtina li gel hevpîşeyê xwe Hûlûsî Akar de, têkildarî Îdlibê pêşniyar kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Înrterfaxê, Şoygû ji bo çaresekirina nakokiyên li bakurê rojavayê Sûriyeya ya bi Tirkiyeyê re pêşniyar pêşkêş kirine.

Li Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Soygû têkildarî hevdîtina bi Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdar re kirî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hevdîtina di navbera Şoygû, Akar û Fîdan a hefteya borî li Moskovayê berfirhe hatibû destpêkirin dewam dike. Aliyê Rûsya, ji bo aliyê Tirkiyeyê ji bo asayîkirina rewşa li Bakurê rojavayê Sûryeyê pêşniyar kirine.”

Têkildarî naveroka pêşniyaran ti agahî nehatin parvekirin. Rejîma Enqerê, destekê dide komên çete yên bi çek ên li Îdibê.Her wiha li herêmê 12 nuqteyên dewleta Tirk a çavdêriyê hene.

Komên çeteyên din ên ji herêmên din ên Sûriyeyê hatine derxistin li Îdlibê hatine komkirin. Her wiha nêzî 3 milyon kes li vê hermê dijîn.

Hevdîtinên di navbera rêveberên Rûs û Tirk ên li Moskovayê dom dikin. Di hevdîtina Soygû-Akar de destpêkê wê wezîrên karê der ve yên herdu welatan civîbûn, mijar Sûriye di serî de gelek mijar hatibûn destgirtin. Wezîrê Karê Derve Sargeya Lavrov diyar kiribû ku divê ‘Muxalefetên nerm’ ji komên din ên li Îdlibê bên cudakirin.