Moşeka ji Yemenê hate avêtin li nêzî Mekkeyê hate xistin
Erebîstana Siûdî ku yekser tevlî şerê li Yemenê bûye ragihand, bi moşeka balîstîk ji Yemenê êrîş li Mekkeyê hatiye kirin.
Erebîstana Siûdî ku yekser tevlî şerê li Yemenê bûye ragihand, bi moşeka balîstîk ji Yemenê êrîş li Mekkeyê hatiye kirin.
Koalîsyona Ereb a ku Erebîstana Siûdî serkêşiya wê dike, da xuyakirin, ku fuzeya balîstîk hatiye xistin. Koalîsyonê Hûsiyên Şîa ji vê êrîşa bi moşekê berpirsyar dît.
Li gorî daxuyaniyê, moşek li cihekî bi 69 kîlometreyan li başûrê Mekke ye hate xistin. Ev êrîşa bi moşekê weke "hewldaneke bêçare ya ji bo pêşîgirtina li karê hecê" hate binavkirin.
Hec di meha Tebaxê de dest pê dike. Tê payin ku zêdeyî 2 mîlyon Misilman serdana Mekkeyê bikin.
Hûsiyan beriya niha ji sînorê Erebîstana Siûdî bi moşek û roketan êrîş kiribûn. Moşekeke din jî di meha Cotmehê de li nêzî Mekkeyê hatibû xistin.
Şerê Yemenê, di Adara 2015'an bi destwerdana koalîsyona leşkerî ya Ereb re girantir bû. Li aliyekî hêzên hikumetê û koalîsyon, li aliyê din jî Hûsiyên Şîa hene. Rejîma Îranê jî tê sûcdarkirin ku destekê dide Hûsiyan.