Moodysê texmîna rabûnê ya Tirkiyeyê kêmî 2,5’an kir

Saziya qedemekirina krediye Moodysê texmîna rabûna Tirkiyeyê ya 2018’an ji 4 ji 100’î kêmî 2,5’an kir.

Moodysê ji bo 2018’an texmîna rabûna aborî nû kir û got asta rabûnê ya welatên ku geş dibin, ji ber sedema lêçûna deyndariyê ya ku zêde dibe û şertên giran ên jidiyayî wê sînordar bimînin.

Moodysê ji bo welatên ku geş dibin, ji bo salên 2018-2019’an li benda rabûna 5,2 ji 100’î ye. Ji bo welatên G-20’an jî, ji bo sala 2018 ev bi rengê 3,3; ji bo 2019’an bi rengê 3,2’yan diyar kir. Ji bo welatê ku geş dibi jî ji bo 2018’an ev bi rengê 2,3 û ji bo 2019’an jî bi rengê 2 ji 100’î diyar kir.

Moodys ji bo welatên ku ji bo 2018’an texmîna wan kêm kiribû, ji bo Arjantînê 1,5 ji 100’î, ji bo Kanadayê 2 û ji bo Hindîstanê jî 7,3 ji 100’î li benda rabûna wan e.

Moodysê ji bo 2018’an texmîna rabûnê ya Afrîkaya Başûr 1,6 û ya Avûstralyayê jî hila 2,9 ji 100’î.