Modî: Hindistan di 10 rojan de dikare Pakistanê têk bibe

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî diyar kir, kapasîteya leşkerî ya Hindistanê heye ku eger bi Pakistanê re bikevin şerekî çekdarî wê di nava 10 rojan de karibin Pakistanê têk bibin.

Her du hêzên nukleerî ji parvekirina sala 1947'an û vir ve sê caran li hev rabûn û şer kirin. Par jî li ser herêma Keşmîrê ku cihê nîqaşê ye, balafirên şer ên her du welatan êriş kiribûn.

Serokwezîr Narendra Modî li Delhî ya Nû li akademiyeke leşkerî axivî û got, "Pakistan beriya niha sê caran di şer de winda kir. Hêzên me yên leşkerî di nava hefteyekê û 10 rojan de dikare çokê li Pakistanê bidin tewandin."

Serokwezîrê Hîndû yên neteweperest Modî bi taybetî êrişên hêzên hewayî yên Hîndû yên salên 2016 û 2019'an ên li Pakistanê bi bîr xist. Modî got, "Em bi rengekî cerrahî lê didin û li malên wan êrişî terorîstan dikin."

Modî anî ziman, Pakistan piştgiriyê dide serhildêrên li Hînd Keşmîrê û "şerê wekaletê" didomîne.

Herêma Hîmalaya Keşmîr di navbera Pakistan û Hindistanê de parçe bûye. Her du alî li ser tevahiya herêmê daxwaza serdestiyê dikin. Tê gotin ku ev rewşa aloz û tengezar di her kêliyê de dikare veguhere şerekî nû.