Miyanmarî tevî qetlîamê jî dîsa daketin kolanan

Li Myanmarê di saetên sibehê de bi hezaran kes li dijî rêveberiya darbeya leşkerî daketin kolanan. Hate ragihandin ku di dawiya hefteyê de herî kêm 107 kes hatibûn qetilkirin.

Artêşa Myanmar a 1’ê Sibatê hikûmeta sivîl a Aûng San Sûû Kyî hilweşand, ji wê rojê û vir ve hema bêje her roj dixwazin çalakiyên protestoyî bi xwînê bidawî bikin. Çalakvan dixwazin vegerin demokrasiyê û rêveberiya berê bên azadkirin.

Lı gorî Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê 7 jê zarok bi giştî 107 xwepêşander hatine qetilkirin. Li gorî çapemeniya xwecihî jî 114 kes hatine kuştin.

Myanwaddy TV a di bin kontrola artêşê de ye, îdîa kir ku roja Şemiyê 45 kes mirine, diyar kir ku çalakvan li dijî hêzên ewlekariyê çek û bombe bikar anîne, ji ber vê mirin pêk hatine.

Li gorî Komeleya Alîkariyê ya bi Girtiyên Siyasî re roja, Şemiyê 13 kes mirine.

Ji roja darbe pêk hatî û heta îro bi kêmanî 459 kes di xwepêşandanên protestoyî de hatine kuştin.

Serok Dewletê DYE’Yê Joe Bîden di daxuyaniya roja Yekşemê kirî de got: “Pir tirsnak e, skandal e.”

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’yê Mîchelle Bachelle jî got: “Çalakiyên artêş û olîsan ên bê şerm û tund.”

Bi sedan kesên li Plate ya li herêma Mandalya a dikeve navenda bajar daketin kolanan pankarta bi nivîsa ‘Hûn nikarin gel’ hildan.