Mîstûra li xwe mikur hat ku bi ser neketine

Erkdarê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra, li xwe mikur hat ku hewldanên avakirina Komîteya Destûra Bingehîn a beriya sala 2018’an avakirî bi ser neketiye.

Erkdarê NY’yê Staffan de Mîstûra, di axaftina xwe ya li pêşberî Konseya Ewlekariya NY’yê de, hewldanên avakirina Komîteyeke ya Destûra Bingehîn a beriya dawiya salê ya nivîsandina Destûrê ya ji bo Sûriyeyê bi ser neketiye.

Mîstûra got: “Ji bo xistina meryetê ya vê komîteyê hema bêje hemû xebat hatine kirin, lê heta niha ti gavên ber bi çav nehatiye avêtin.”

Mîstûra bal kişand ser navên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine pêşniyarkirin, ji bo armancên negihayiyê jî got: “xemgîn im”.