Mirovên bi Covîd-19 dikevin kengî rehet dibin?

Hejmara mirovên li tevahiya dinyayê bi vîrûsa korona ketin û baş bûn, gihîşte 92 hezar kesî. Baş e mirovên ku bi vîrûsê dikevin kengî fêhm dikin ku baş bûne?

Zanîngeha Johns Hopkîns a li DYE'yê yek ji saziyên sereke ye ku li tevahiya cîhanê di mijara nexweşên vîrûsa koronayê de mûxatab tê dîtin. Zanîngehê ragihand ku hejmara nexweşên şewbê gihîştiye 307 hezar kesî û 13 hezar ji wan jiyana xwe ji dest dan û 92 hezar ji wan jî tenduristiya wan baş bû.

Baş e, pêvajoya başbûna tenduristiya mirovên bi vîrûsê ketine çawa ye? Pisporan hîn bi temamî bersiva vê pirsê nedane. Mînak; Enstîtuya Robert Koch a ku li Elmanyayê mûxatab tê dîtin, diyar kir ku piştî nirxandina gelek nuqteyan hingî mirov dikarin bigihêjin encama 'ji vîrûsê rizgar bûye'.

Enstîtuyê ragihand ku pêvajoya başbûnê, bi dema çavdêriya ji 10 rojan a piştî tespîtkirina nexweşiyê dikare diyar bibe. Li gorî enstîtuyê, divê canê nexweşan 48 saetan nesincire û di nava 24 saetan de jî nîşaneyeke cuda ya nexweşiyê nebe.

Li gorî Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wîeler, kesên ku ji vîrûsê rizgar bûne, careke din vîrûsa bi navê Covîd-19 bi wan nakeve. Wîeler destnîşan kir ku piştî nexweşketina ji ber vîrûsê pergala parastinê ya mirovan xurtir dibe û got, "Hûn dikarin jiyana xwe piştre bêşik û fikar bidomînin, ji ber ku pergala we ya parastina beden li dijî vê vîrûsê êdî dikare we biparêze."

'EGER NÎŞANE NEBE EV TÊ WATEYA KU HÛN BAŞ BÛNE?'

Prof. Jonas Schmîdt-Chanasît ji rojnameya Bîld re axivî û diyar kir ku bersiva pirsa 'Kî baş bûye?' eşkere ye. Prof. Schmîdt-Chanasît got, "Kesên ku nîşaneyên nexweşiyê pê re nema be hingî rehet bûye." Ji ber ku li gorî zanyarê Elman, eger pergala parastinê ya bedena mirovê bi vîrûsê ketibe xurt be, hingî vîrûs ji ber xwe ve di bedena mirovan de paqij dibe.

Li Elmanyayê li gorî daneyên ku êvara Yekşemê hatin eşkerkeirin 24.784 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 87 ji wan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî 239 kes tenduristiya wan baş bû.