Mirov beriya 23 hezar salî li Bakurê Emerîkayê hebûn

Lêkolîneran li New Mexicoyê şopa lingê mirovan ê fosîl lêkolîn kirin û gotin, herî kêm beriya 23 hezar salî mirov li Bakurê Emerîkayê hebûn.

Şopa lingê mirovên beriya dîrokê dibe ku yek ji delîlên herî xurt be ku nîşan dide, mirov ji texmînan zûdetir xwe gihandine Emerîkayê.

Emerîka Başûr û Bakur parzemînên herî dawî bûn ku mirovan xwe gihandin. Lê belê baş nayê zanîn ku mirovan tam kengî xwe gihandine van parzemînan.

Li gorî nêrîna giştî, mirovan bi rêya Beringiayê ku pireke bejahî ya navbera herdu parzemînan e, ji Asyayê ber bi Emerîka Bakur ve di 13 hezar û 16 hezar salî de dawiya Serdema Qeşayê xwe gihandin. Lê belê hin lêkolînên vê dema dawiyê hatin kirin nîşan didin ku mirov dibe ku hîn zûdetir xwe gihandibin Emerîka Bakur.

Lêkolîneran li New Mexicoyê şopa lingê mirovan ê fosîl lêkolîn kirin û gotin, herî kêm beriya 23 hezar salî mirov li Bakurê Emerîkayê hebûn.

Ji Zanîngeha Bournemouthê profesor Matthew Bennett ku pisporê şopên antîk e û pirtûkek xwe heye, tevî hempîşeyên xwe dîroka 61 şopên antîk tespît kirin. Lêkolîneran tespît kirin, ku şopên li qada Tularosa ya li parka Neteweyî ya White Sandsê ji dema beriya 21 hezar an jî 23 hezar salî ne.

Şopên ku hatin dîtin bi giranî yên ciwan û zarokan bû û hate ragihandin ku li New Mexicoyê di asta herî bilind a Serdema Qeşayê de bûn.