Mirina ji ber ta, AÎDS û weremê wê zêde bibe

Li gelek welatên cîhanê kêmaniya dermanan û têkçûna sîstema tenduristiyê wê bibe sedem ku mirina ji ber nexweşiyên malarya, HÎV û weremê zêde bibe.

Li gorî lêkolînekê ku ji aliyê saziya bi navê Împerîal College Londonê ve hate kirin, bi şewba Covîd-19 re bikaranîna zêde ya dermên û tengaviya sîstema tenduristiyê têkoşîna li dijî gelek nexweşiyan lawaz dike.

Li gorî lêkolînê, di rewşa heyî de her sal li cîhanê 3 milyon mirov ji ber tayê (malarya), weremê û AÎDS'ê ya ji ber vîrûsa HÎV'ê jiyana xwe ji dest didin. Lê belê mehên dawî ji ber têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 tê payin ku mirina ji ber nexweşiyên bi vî rengî zêde bibe.

Li gorî texmînên lêkolîneran, mirina ji ber van her sê nexweşiyan di nava 5 salên bê de wê ji hejmara mirovên ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane zêdetir be.

WÊ BANDORÊ LI WELATÊN XIZAN Û DI ASTA NAVÎN DE NE BIKE

Yek ji nuqteyên ku di lêkolînê de bal tê kişandin ser ew e ku mirina ji ber nexweşiyên AÎDS, ta û weremê wê bandora herî giran li welatên xizan bike. Her wiha welatên aboriya wan di asta navîn de ne jî wê bandoreke neyînî ji van nexweşiyan bibînin.

Salên dawî yek ji sedemên mirina ji ber van nexweşiyan jî ew e ku mirov ji tirsa şewbê naçin nexweşxaneyan.