Milyarderên Emerîkî bi pandemiyê zengîntir bûn

Li gorî lêkolîneke nû ya ku hatî weşandin 651 Emerîkî ji serê pandemiyê û vir ve rastamala xwe zêdetir kirin.

Li gorî nirxandina Organîzasyona Amerîcans for Tax Faîrness û Instîtûe for Polîcy Stûdîez rastamala 651 milyardarên Emerîkî 4 hezar milyar dolar derbas kirin. 18'ê Adarê rastamala van kesan 2 hezra û 950 milyar dolar dihate texmînkirin. Bi gotineke dî ji serê pandemiyê û vivr ve zengînbûneke ji hezar milyar dolarî bêhtir çêbûye.

Midûrê Amerîcans for Tax Faîrness Clementer got, ''Emerîkayê ti caran di destê ev qas kêm kesan de rastmaleke wiha zêde civiyayî nedîtibû.''

Clemente got, ''Bi dehan milyon mirovên Emerîkî ziyana aborî û tendiristî ya pandemiyê dîtin, çend sed milyarder rastamala xwe zêdetir dikin. Karê ji pandemiyê ew qas zêde bûye, ji rastamala xwe ya beriya vîrûsê bêyî ku qirûşekî jî bidin, dikarin pakêta mezin a alîkariyê fînanse bikin.''

Li gorî lêkolînê bi hezar milyar dolarî ji bo ku alîkarî bi her kesekî Emerîkî re bikin, dikarin çekên 3 hezar dolarî bişînin.

Di lêkolînê de hate gotin ev hijmar ji plana nû ve zindîkirinê ya 900 milyar dolarî ku li Kongreyê hatî nîqaşkirin jî zêdetir e.

Li gorî lêkolîneke dawî li DYE'yê di serê lîsrteya zengînan de Jeff Bezos, Elon Mûsk û Bîlla Gates hene. Ji pandemiyê herî zêde van sûd wer girtiye. Sê kesên herî dewlemend ên DYE'yê ji sektorên teknolojî, tendiristî û sinayiyê tên.