Mijara civîna bilind Latîn Emerîka-Îberê, Venezûela bû

Di civîna bilind a hin welatên Latîn Emerîka, Spanya û Portekîzê de daxwaza Kolombiyayê ya ji bo 'tifaq' a li dijî Venezûelayê mijara sereke bû.

Civîna bilind a 'Latîn Emerîka-Nîvgirava Îber'ê li Andorrayê pêk hat ku welatekî prenstiyê li parzemîna Ewropayê ye. Tevî Spanya, Portekîz û Andorrayê gelek welatên Latîn Emerîkayê tevlî bûn.

Aloziya navbera Venezûela û Kolombiyayê mohra xwe li civîna bilind a îsal xist, ku li bajarê Soldeu yê Andorrayê pêk hat. Ji ber tedbîrên şewbê tenê lîderên Spanya, Andorra, Portekîz, Gûatemala û Komara Domînîkê bi şexsî tevlê bûn, lîderên din jî bi rêya vîzyo-konferansê beşdar bûn.

Di civînê de ku têkoşîna li dijî şewba Covîd-19 hate nirxandin, Serokdewletê Kolombiyayê Ivan Duque li dijî Serokkomarê Venezûelayê Nicolas Maduro banga 'tifaqê' kir. Salên dawî ji ber krîza li Venezûelayê 1.7 milyon Venezûelayiyan xwe li Kolombiyayê girtine. Lîderê rastgir ê Kolombiyayê, Maduro bi 'dîktatoriyê' sûcdar kir.

Ivan Duque destnîşan kir, ku pêwîstiyeke lezgîne  ku dawî li rêveberiya Maduro bê anîn û îdîa kir ku li Venezûelayê hilbijartinên nû û avakirina hikumeteke demkî şert e. Duque zor û zehmetiyên li Venezûelayê weke 'krîza mirovî' pênase kir û îdîa kir ku ev yek ji bo herêmê mîna 'bombeyeke eyarkirî ye'.

Serokdewletê Ekvatorê Lenin Moreno jî ku wê di demeke nêz de wezîfeya xwe radest bike, di civînê de li dijî Venezûelayê helwest nîşan da. Hate ragihandin ku Moreno li ber tevlîbûna Alîkariyê Serokdewletê Venezûelayê Delcy Rodriguez a li civÎna bilind rabûye. Moreno piştî ku sala 2017'an bi piştgiriya partiyên çep hate hilbijartin berê xwe da polîtîkayên lîberal û ji tifaqa çep qut bû.

Li Venezûelayê, piştî ku Hugo Chavez sala 2013'an mir, Nicolas Maduro li şûna wî hate hilbijartin. Di navbera Maduro û muxalefeta rastgir de ya ku welatên rojavayî piştgiriya wî dike, ji sala 2015'an ve alozî dewam dike. Di serî de DYE û gelek welatên Yekîtiya Ewropayê, nêzî 50 welatî muxalîfê rastgir Juan Guaido weke 'serokê demkî' qebûl kiribûn.