Meşvanên Lozan-Cenevreyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin-NÛ BÛ

200 enternasyonalîst jî di nav de hezar kesên ji 37 welatan dest bi meşa dirêj a di navbera Lozan û Cenevreyê kirin.

Bi pêşengtiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê meşa dirêj a di navbera Lozan û Cenevreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Meş bi tevlîbûna hezar kesên ji 37 welatên cuda pêk tê. Di nav wan de rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, sporvan, nûnerên saziyên sivîl, hunermend û 200 enternasyonalîst hene û li qada Rîponne ya Lozanê bi şiyara “NY qirkirina li Efrînê bide sekinandin“ dimeşin.

 

Daxuyanî ji aliyê Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Ewrûpayê hat dayîn.

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Platformê di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên dagirker şermezar kir û piştgiriya xwe ya bi Efrînê re wiha anî ziman: “Em weke demokratên şoreşger ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asurî, Ermenî, Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Misilman û Ewrûpî bi roja e di berxwedanê de ne û em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘EM JI BO BÊDENGIYA NY BIŞKÎNIN DIMEŞIN’

Daxuyaniyê erkên Neteweyên Yekbûyî NY bi bîr xist wiha didome: “Erk û armanca damezrandina NY’î sekinandina komkujî û genosîdan bû. Lê ji ber ku li hember genosîda li Efrînê bêdeng dimîne, Tirkiye hê zêdetir mirovan dikuje. Ji bo ku em vê bêdengiya NY’î bişkînin û NY li hember kuştinên li Efrînê biryarê bigire, em ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin.”

YUKSEL KOÇ: DIVÊ NY TÊKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Piştî daxuyaniyê Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axivî û diyar kir ku hewce ye NY li hember êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyeyê yên li hember Efrînê têkeve nava liv û tevgerê. Yuksel Koç herwiha da zanîn ku armanca wan a bingehîn ew e ku bêdengiya NY bişkînin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NIKARIN BÊN QEBÛLKIRIN

Wekîla Federal a Partiya Çep a Swîsreyê Laûrece Fhîlmann Rîelle jî êrîşên li hember Efrînê şermezar kir û got: “Li herêmê Kurd xwedî pergala herî demokrat in û dema li hember DAÎŞ’ê şer dikirin me piştgirî dida wan. Îro dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike û em nikarin wan bi tenê bihêlin. Piştgiriya bi Efrînê re divê hê zêdetir bê bilindkirin.”

HATÎP DÎCLE: EFRÎN JI BO KURDAN STALÎNGRAD E

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Efrînê û got: “Efrîn Stalîngrada Kurdan e. Efrînê di dîrokê de li hember desthilatdaran li ber xwe daye û îro jî gelê wê carek din li hember rejîma faşîst li ber xwe dide û wê bi ser bikeve."

NÎLUFER KOÇ: GELÊ LI LOZANÊ TINE HATIN HESIBANDİN ÎRO JI BO EFRÎNÊ DIMEŞIN

Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç jî got: “Gelên beriya sed salan li Lozanê tine hatin hesapkirin û bi gelên din ên cîhanê re êrîşên li hember Efrînê qebûl nakin. Divê her kes bizanibe ku êdî hêza kesî têrî nake me tine bihesibîne. Edî bi Efrînê re em bûne cîhanek û vêca şervanên me hene yên ku li ber xwe didin û têk naçin.”

EM LI GEL BERXWEDANA EFRÎNÊ NE

Endamê meclîsa şaredariya Lozanê Davîd Payot jî diyar kir ku ew li hember hêzên mêtinger bi Efrînê re ne.

Piştî axaftina Davîd Payot gelek nûnerên sazî û siyasetmedar axivîn, di axaftinên xwe de êrîşên dewleta Tirk rexne kirin û bang li NY’yê kirin ku komkujiya li hember Efrînê bide sekinandin.

Meş bi dirûşmeya “NY komkujiya li Efrînê bide sekinandin” dest pê kir.