Meclîsa Nûneran xwest Trûmp ji wezîfeyê bê girtin

Ji bo pêvajoya dûrxistina ji wezîfeyê ya Serokê DYE'yê Donald Trûmp li Meclîsa Nûneran dengdan hate kirin. Di dengdanê de daxwaza ji bo dûrxistina Trûmp hate pejirandin.

Di dengdanê de ya li Meclîsa Nûneran, hate xwestin ku ji ber êrişa komên tundrew ên li ser Kongreyê, Trûmp ji wezîfeyê bê girtin. Hate ragihandin ku zêdeyî 217 dengên ji bo vê daxwazê hatine bikaranîn. Li gorî agahiyan, tevî Demokratên li Meclîsa Nûneran herî kêm 10 Komargeran jî xwestine ku Trûmp ji wezîfeyê bê girtin.

Lê belê hîmê duyemîn ê vê pêvajoyê jî Senato ye, ku dengdana li Senatoyê wê piştî 20'ê Çileyê pêk were. Di 20'ê Çileyê de ji xwe Trûmp wê wezîfeyê radestî Bîden bike.