Meclîsa Hollandayê girtina wekîlên HDP'yî mehkûm kir
Partiyên li Meclîsa Nûneran, ku baskê jêrîn ê Parlamenta Hollandayê ye, der barê girtina parlamenterên HDP'yî de biryarek standin û girtina wan mehkûm kirin.
Partiyên li Meclîsa Nûneran, ku baskê jêrîn ê Parlamenta Hollandayê ye, der barê girtina parlamenterên HDP'yî de biryarek standin û girtina wan mehkûm kirin.
Pêşnûme, ji bilî Partiya Denk ku parlamenterên Tirk endamê wê ne, hemû partiyên li Meclîs ev pêşnûme qebûl kirin. Partiyên Hollandayê bi vê pêşnûmeyê re li ber girtin û darizandina HDP'yiyan rabûn.
Pêşnûme ji aliyê endama Partiya Sosyalîst (SP) Sadet Karabûlût ve hat amadekirin. Ji bilî Denk, ku 2 parlamenterên Tirk ên alîgirê AKP'ê di nav de ne, hemû partiyên din destek dan pêşnûmeyê.
Di pêşnûmeyê de hat ragihandin, girtina parlamenterên hatine hilbijartin, pêşî li bicihanîna wezîfeyên demokratîk digire û rêbazên hikumeta AKP'ê hat şermezarkirin. Di pêşnûmeyê de ji hikumeta Hollandayê hat xwestin, ku ji bo berdana parlamenterên HDP'yî li nava Yekîtiya Ewropayê bikeve nava hewldanan.